Ji bo bîranîna şêhîd Mele Saîd “Qazîyê Kurdistanê”

Aso Zagrosi

 

Îro ez hez dikim li ser rewşenbîr, zana, zimannas, civaknas û olnasê Kurd şêhîd Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê binivîsim.

Ez nizanim çawa li ser vî zanyarê Kurd binivîsim.

Di derheqa jiyana wî û serborîya vî de em qet tiştekî nizanin.

Lê li ser keda wî û berhemên wî de em gellek tiştan dizanin.

Piranîya Kurdan û bi taybetî jî rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd, Aleksander Jaba, J. De Morgan û B. Nikitin û berhemên wan ên li ser Kurd û Kurdistanê dinasin. Heke Kurdên me li ser hemû berhemên wan agahdar nebin jî, dizanin wan li ser Kurdan hinek lekolîn kirine. A. Jaba û B. Nikitin du sefîrên Rusyayê bûn. A. Jaba li Erzurumê, B. Nikitin jî li Urmîyê kardikir. Ji bo ku herdu jî balyozê Rusyayê bûn wekî “Kurdnasên Rusî” tên nasîn. Lê herdu jî Rus nînin, Polonî ne. J. De Morgan jî xelkê Fransayê ye.

Kurdên bi şiklek an şiklekî din van hersê Kurdnasan nasdikin. Lê li ser peywendîyên wan Kurdan gellek agahdar nînin. Ew berhemên ku Aleksander Jaba çapkir û weşandin, piranîya wan berhemên keda Mele Mehmudê Beyazîdî bû. Bê Mele Mehmudê Beyazîdî A. Jaba nedikarî bû di derheqa Kurdan de ewqas belgê û pirtuk kombikira… Tê gotin ku Mela Mehmudê Beyazîdî bi destê xwe 57 pirtuk an nivîsî û an berhevkir. Ez naxwazim dûr û dirêj li ser vî zanayê Kurd rawestim. Ji ber ku min berê gotarek dûr û dirêj li ser jiyana wî û berhemên wî nivîsîye.( Heke hûn dixwazin li ser Mele Mehmudê Beyazîdî hinek agahdarî kombikin, dikarin di arşîva Newroz.Com de wê gotarê bibînin û bixwinin)

Zanayê Frensî J. De Morgan di dawîya sed sala 19´an pirtukek li ser ziman û zaravên Kurdî nivîsî ye.(Etudes Linguistiques- Dialectes Kurdes, Lanque et dialectes du Nord de la Perse) Sed heyf û mixabin heta niha pirtuka navbirî wekî hezaran belgeyên li ser Kurdan nehatîye wergerandin.
J. De Morgan wê dema diçe ji bo devera Mukrîyan li Rojhilatê Kurdistanê, li wê derê zana û pisporekî Kurd nasdike. Navê wî zanayê Kurd
Seyfeddînxan Serdar e.. Seyfeddînxan Serdar jî Mele Mehmudê Beyazîdîyê J. De Morgan bû.

J. De Morgan wisa behsa Seyfeddînxan Serdar dike:

Di vê dawîyê de wê dema ez çûm Mukrîyanê min hemû belge û dokumentên di derheqa zimên de ji Seyfeddînxan Serdar wergirt. Seyfeddînxan Serdar mirovek bû di hemû Kurdistanê de li ser biha û giranî û nirxên lekolînên wisa agahdar bû. Seyfeddînxan Serdar wê demê parêzgarê Mehabadê bû. Mehabad bajêreke ji alîyê bav û bapîrên wî ve hatibû rêvebirin. Seyfeddînxan Serdar, bingeha Zimanê Frensî, zimanê Îngîlîzî, Almanî, Erebî, Farsî û Zimanê Kurdî dizanî.. Em dikarin bi asanî fembikin, agahdarîyên kesekî wisa şareza çiqas binirxin”(Pirtuka navbirî, rupela 17)
J. De Morgan beramberî Seyfeddînxan Serdar xwe deyndar dibîne.(Ezê di gotarek din de li ser vî zanayê Kurd rawestim)wefayi son

Ji bo Aleksander Jaba û J. De Morgan , Mele Mehmudê Beyazîdî û Seyfeddînxan Serdar çi bû, ji bo B. Nikitin jî Mele Saîd an Qazîyê Kurdistanê jî her ew bû.. Wê dema mirov pirtûk û gotarên B. Nikitin ên li ser Kurdan dixwine, dewra Mele Saîd bi şiklekî eşkere û dîyar tê berçavan.. Sed heyf û mixabin ji bilî gotara birêz Yaşar Abdulselamoglu, ku bi navê “Mele Seîd” di Tirmeha sala 1988 de di kovara Armancê de hatibû weşandin, tiştek li ser vî zanayê Kurd nehatiye nivîsandin. (ez dixwazim li vir spasîya Kek Yaşar bikim, ku gotara xwe ji min re şand) Hinek kesên nezan û neyarên Kurd wek Riza Zelyut Mele Saîd û Mele Saîdê Kurdî(Nursî) jî tev li hev dikin û wisa dinivîsin: “1915-1918 arasında Rusya’nın Urmiye Konsolosu olarak görev yapan Bazil Nikitin de Kürtler arasında dolaşmış; hatta Molla Said dediği Said-i Nursi ile görüşmüştür. Nikitin; Said-i Nursi’nin Rusların Doğu’dan çekilmesinin Kürtler için kötü sonuçlar yarattığını söylediğini aktarmıştır.”( http://www.turktoresi.com/viewtopic.php?f=51&t=3223 )

Kesê ku li gel B. Nikitin qisekiribû, Mele Saîdê Kurdî nebû, Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê bû. B. Nikitin di gotarek xwe de li ser helwestê Mele Saîd beramberî Rusan jî radiweste.. Ez niha nikarim li ser nezanîya xwefiroşên wekî Zelyut rawestim û diçim yekser li nav babetê.

B. Nikitin di sala 1923 de beşdarî li “Kongreya Navnetewî a Dîroka Olan” dike û gotarek bi nave “Mijarên Olî di Nivîsarên Kurdî de” pêşkêş dike. B. Nikitin gotara xwe li ser gotin û nivîsînên Mele saîd avadike û ûsa behsa Mele Saîd dike:

“Nivîsarên ku di koleksîyona min de hene, berhemên dersên zimanê Kurdî ne li Urmîyê.(1916-1917). Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê, xelkê navenda bajêroka Şemzînan, ê Nehrîyê bû ji wîlayeta Musil. Nehrî wek Navçîya jî tê nasîn. Mele Saîd wê demê wek sedan malbatên Kurd ên Turkîyê li ber êrîşên artêşa Rusyayê ên di havîna sala 1916 de li ser Musilê revîyabû û hatibû Urmîyê.

Ez û Mele Saîd rêkketin ku ji bo her dersek Kurdî , Mele Saîd bi destxetê xwe babeta dersê binivîse(rupelek). Mele Saîd nivîsara xwe bi dengê bilind dixwend û werdigerand. Ez qet tev li bijartina babeta Mamoste xwe nedibûm. Mele Saîd çi dixwast û baş didît ew dinîvîsî. Ji ber vê yekê ye, ku di koleksîyona min de li ser mijarên cûr bi cûr destxetên rasteqîn ên Kurdî hene………”

Nikitin di dewama gotara xwe de wisa dinivîse: “ji bo beşa Îslamî a Kongreya Dîroka Olan, gotara min di derheqa helwestê Kurdan beranberî ol ji wan tekstan pêktên, ku di koleksîyona min de hebûn.(ango destnivîsên Mele Saîd) Eşkere ye em ji zu ve bi saya gerîde û zanayan li ser Kurdan gellek tiştan dizanin. Lê wê dema em belgeyên ne weşandî û bi destê yekem bidin ber çavan çavderîyên şexsî, nû ên Meleyekî Kurd ê musulman û şareza, cesaret dide min ku belgeyên di destê min de hene pêşkêşî pisporên Îslamê bikim.”

B. Nikitin beşa yekemîn a gotara xwe, Qada Kurdên Misilman nav dike û li ser Şêxên Kurdistana Tirkîyê û helwestê Mele Saîd beranberî Cîhadê, çalakîyên Tirk û Rusan di dema şerî de li Kurdistanê şîrove dike.

B. Nikitin di beşa duyemîn a gotara xwe de li ser helwestê Kurdên Misilman beranberî Şîîyan, Cihûyan û Êzîdîyan radiweste.

Di beşa yekemîn a gotara xwe de Nikitin li gor agahdarîyên Mele Saîd li ser hersê Malbatên Şêxan, ango Sadat-î Nehrî, Şêxên Barzan û Şêxên Beçîlê radiweste. B. Nikitin dibêje van hersê Malbatên Şêxan li Kurdistan Navîn gellek navdarin. Wek Nehrîyê, Barzan û Beçîl jî di wîlayeta Musilê de ne. Barzan, navenda hoz/eşîreta Zebarîyan û dikeve alîyê çep ê Rubara Zaba Mezin. Beçîl jî dikeve li nav devera Surçîyan li bajêroka Amedîyê. Ez nizanim kargerîya şerî li ser Barzan û Beçilê çawa bû. Lê wê dema em li ser malbata Nehrîyan biaxivin, II. Seyyîd Taha berî demeke ji alîyê Îngîlîzan ve wekî Qaymeqamê Revandizê hate destnîşankirin(Revandiz li Kurdistana Başûr e) Apê Seyyîd Tahayê duyemîn Şêx Abdulkadir berî demeke bû serokê Lîga Kurd, ku daxwaza Serxwebûna Kurdistanê dike. Şêx Abdulkadir berê senator bû. Niha li Stenbolê dimîne.

Malbata Nehrîyan eslê xwe dibin li ser Şêx Abdulkadir Geylanî. Şêx Abdulazîz, kurê Şêx Abdulkadir Geylanî tê û li bajêrê Akrêyê niştecî dibe û destpêdike olzaya/ayînzaya Kadîrî belavdike. Şêx Abdulazîz li Akrêyê koça dawîyê dike û merzelê wî wekî “Zîyaretgeh” tê nasîn. Şêx Ebubekîr, kurê Şêx Abdulazîz diçe li devera Herkîyan li Navçîyan li gundê Sitûnê niştecî dibe. Sê heta çar nifş/babikên vê malbatê li wir dimînin.wefayi11111

Di serdema Mele Hacî de ev malbat diçe li gundê Meleyan li Xumaru niştecî dibe. Heta serdema Mele Salîh çend babikên wan li vir û li gundê Demane Sufla dimîninin. Kurê Mele Salîh waz ji olzaya Qadîrî tine û diçe li ser ayînzaya Neqşîbendîyê û diçe li NEHRÎYÊ niştecî dibe.

Berê hemû Şêxên vê deverê alîgirên Şêx Abdulqadir Geylanîbûn û li ser olzaya Qadîrîbûn. Kurd jib o Şêx Abdulqadir Gawsêyê Bexdayê an jî Merqedê Gawsî dibêjin. Li gel Mewlana Xalid û çalakîyên wî olzaya/ayînzaya Nexşîbendî di demeke kurt de cîyê olzaya Qadîrîyê girt.

Ligor agahdarîyên ku Mele Saîd dabûn B. Nikitin “ di devera Şarezor de Kurdek ji rêza asayî hebû, piştî xwendina xwe a li Medreseyê dibe Mele Xalid. Mele Xalid li Silêmenîyê di Medresê de dersan ji bo zarokan dixwine. Mele Xalid di xewna xwe de Şêx Abdullah Dehlewî wek Derwêşekî sade dibînî. Şêx Abdullah Dehlewî ji Mele Xalid re dibêje ´Ya Xalid biçe Hec û tu ê li Kabayê derwêşekî sade wekî min bibînî, ku hewl dide spîyan dikuje. Şerm me ke yekser biçe Ebaya wî maç bike û ew ê rîya rast nîşanî te bide.´ Mele Xalid gellek guh nade vê xewnê û piştî demekê xewna wî ji bîra wî diçe. Piştî çend salan Mele Xalid biryar digire û diçe ji bo Hec. Li Kabayê Mele Xalid dibîne derwêşek li pêş çavên Hecîyan spîyên xwe dikuje. Mele Xalid acîz dibe û ji derwêşî dipirse: ´Li gor kîjan toreya olî tu vî tiştî dikî oh bêpûşîl/bêedeb´!!! Derwêş bersiva Mele Xalid dide û dibêje: ´Ya Xalid te xewna xwe ji bîra kirîye. Heke tu neçî ji bo Dehlîyê, rêya rizgarîya te ê dirêj be´. Mele Xalid yekser ji bo Dehlîyê dikeve rê û li çend salan li ba Şêx Abdullah Dehlî dimîne. Piştî ku Mele Xalid bû Mûrşîdê olzaya Nexşîbendîyê, vedigere ji bo Silêmanîyê. Serkevtinên Mewlana Xalid di nav Kurdan de ji bo wî gellek girûgirift/asteng peydakirin. Ji ber vê yekê jî Mewlana Xalid Silêmanî hîşt û çû heta roja dawîya xwe Surîyê- Salehîyê ma.”

Li gor agahdarîyên B. Nikitin Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê nivîsara xwe “Mewlana Xalid mirovekî oldar û rast bû. Lê tovên ku wî li Kurdistanê çand jib o vî welatî sûdmend nebûn”

 

B. Nikitin di gotara xwe de dibêje dibe ku, reşbînîya Mele Saîd a di derheqa Şêxan de rast be. Şêx bi lez waz ji xebatên xwe olî tînin, destpêdikin dewlemend dibin û ferqa wan axayan namîne. Şêx wekî baron û keşîşên çerxa navîn dijîn.

B. Nikitin di dewama gotara xwe de li ser çalakîyên şoreşger ên Şêx Ubeydullah Nehrî (Bavê senator Şêx Abdulkadir)radiweste û dibêje Şêx ji bo Kurdistana serbixwe beşek ji Azerbeycanê dagirkir û di dawîyê de jî ji alîyê hevpeymanîya Tirk û Persan ve şikestin xwar. Şerên şêxan di nav xwe de û ligel Tirkan gellek caran Kurdistan dikir gola xwînê. B. Nikitin bala xwendekaran dikêşîne li ser çîrokek kurdan bi nave “Hikayeta Çakî Serê Kurdan Şikandîye”. Wisa dîyare , ku ev çîrok a
Mele Saîd e. Li gor agahdarîyên ku Mele Saîd dane B. Nikitin beşek ji Şêx û Axa xelkê welêt nînin û Kurdnijad jî nînin, lê ji naîftî û mêvanperwerîya xelkê sûd werdigirin û ji bo berjewendîyên xwe ên taybetî kartînin.

Di destnivîs an jî çîrokek Mele Saîd de qala Şerê Şêxên Nehrîyê û Şêxên Barzan wisa tête kirin : “Alîgirên Şêx Abdulselam Barzanî roj bi roj zêde dibûn. Hozên Guîrdî, Mizûrî, Şîrwan û Zebarî desthilatê wî nasdikirin. Şêx Ubeydullah Nehrî ji hêzbûna Şêx Abdulselam Barzanî tirsîya. Şêx Ubeydullah Nehrî bi hêzek jî hemû hoz/eşîretan pêk hatibû komkir û êrîş bir li Guîrdîyan. Wî hemû alîgirên Şêx Abdulselam Barzanî belawkirin û hinek jî ji wan kuştin. Ji wir çû li ser Şirwanîyan û ligel wan jî wekî Guîrdîyan helwest nîşan da û paşê jî çû li ser Mizûrîyan……………”

Di derheqa şerên di navbera Şêxên Nehrîyê û ên Barzan de heta niha min gellek tişt nebihîstibûn. Ligor agahdarîyên Mele Saîd, ku dabûn B. Nikitin şerên xwînavî peydabûne..!!!

Alîgirên Şêx Abdulselam Barzanî roj bi roj zêdebibin û di dawîyê de Şêx Abdulselam wek Mehdî dibînîn û jê re dibêjin: “Ya Mehdî, rabe em êrîşê bibin li ser Şamê û tu ê li vir gellek alîgiran peydabikî.. Paşê em ê êrîşê bibin li ser Stenbolê û Stenbolê jî dagirbikin. Tu ê bibî Xalîfe!! Sultanên Osmanî mafên wan ên Xalîfetîyê nine û ew zordar û despot in.”

Piştî koça dawîyê a Şêx Abdulselamê Yekem, Şêx Mehemed bû cîgirê wî. Ligor agahdarîyên Mele Saîd Şêx Mehemed pir xwendewar nebû û peltek bû. Li Kurdistanê ji meleyên wisa re digotin “Nîvmele” . Şêx Mehemed jî destpêkir alîgirên xwe perwerde kir. Alîgirên wî jî roj bi roj zêdedibûn. Şêx Mehemed heftê du cara, roja sêşem û înîyê alîgirên xwe(jin û mêr) li gundê Barzanê komdikir û ji wan re tevecuh dikir. Li ba Kurdan ev kevnoşop wisa ye, ku şêx di nav alîgirên xwe de rûdine û destpêdike qala secera malbata xwe û olzaya xwe dike. Hemû alîgirên wî jî dest bi zikrê dikin.

Piştî ku Şêx Ubeydullah Nehrî ji alîyê Rumîyan ve jib o Hîcazê hate sûrgîn kirin, desthilata Şêx Mehemedê Barzanî jî hêzbû. Piranîya axayên hozên deverê desthilata wî naskirin. Alîgirên Şêx Mehemedî destpêkirin Şêx Mehemed wekî Mehdî ditîn. Ligor wan di Hadîsê de jî hatîye navê Mehdî Mehemed e. Ji bo vê yekê jî digotin “Şêxê me Mehdîyê rasteqîn e.” Li wê demê Şerê Pîroz li dijî Musilê destpêkirin û gellek kes jî hatin kuştin.

Di wextê de Meleyek hebû bi nave Mele Perrîss
ay, kesekî zana û têgihîştîbû. Mele Perrîssay di nava hoza Zebarîyan de wekî kesekî birûmet dihat nasîn. Peywandîyên xizmayetîyê ên Mele Perrîssay ligel Zebarîyan hebû.

Alîgirên Şêx Mehemedî Mele Perrîssay girtin û bi şiklekî hovane kuştin.
Di vê derê de B. Nikitin dibêje dab û nêrînên Kurdan ji sala 1885 ve heta niha gellek guherîn li ser da hatine.

Di navbera Şêxên Barzan û Şêxên Becîl de şerekî xwînavî destpêdike û Şex Mehemed Sidiqî Nehrî dikeve navbera wan ji bo aşitîyê. Wekî tê zanîn Şêx Mehemed Sidiq Kurê Şêx Ubeydullah Nehrî û brayê Şêx Ebdulqadirê şêhîd e..

 

 

Mele Saîd û Cîhad

Ligor agahdarîyên B. Nikitin di dema şerî de Mele Saîd çend beyanname li dijî şerî belavkirî û tê da daxwaz ji hevwelatîyên Kurd kirîye, ku beşdarî şerî nebin û li dijî Fileyan şer nekin.

Li gor gotinên Mele Saîd Qaymeqamê Şemzînanê li zivistana salên 1914-1915 de ligel wî danûstanek kiriye. Di wê danûstanê de Qaymeqam ji Mele Saîd dipirse “Ji bo çi tu fetwa nadî ji bo şer ligel fileyan ku di nav Kurdan de dijîn ? Bersiva Mele Saîd Fetwayên wisa pêwîste ji alîyê Şêx ûl Îslam ve bête pesinkirin. Ev karekî gellekî mezin e, yê kesekî wekî min, Mele, Qazî, Muftî û Kurd nine.
Qaymeqam dubare ji Mele Saîd dipirse û dibêje rast e, lê çima tu Fetwayê didî ku, Kurd Fileyên di nav Kurdan de hene, nekujin û talan nekin ? Te heta niha ne bihîstîye, ku Şêx Ûl Îslam Fetwaya talanê û kuştinê daye? Ji bo vê yekê jî Îradeya Padîşahê ser erdê ê Xalîfeya Îslamê derçû… Pêwîste Fetwaya Şêx ûl Îslam bête cihbickirin……..

Bersiva Mele Saîd wisa ye: Qebulbikin ku min Fetwayek da. Ez ne ligor Şerîatê û ne jî ligor Qanûnê berpirsyar im. Heta niha min di nav Şerîatê de qet tiştgek ne dîtîye û bêje , ku xelkê medenî û bê tawan bikujin. Ji alîyê din heta niha Hukumetê jî emrê kuştinê nedaye. Berevajî hukumet dixwaze mafên herkesî biparêze!! Heke em bên li ser ragêyandina Fetwaya Şêx ûl Îslam û Îradeyê Sultanî herdu jî dûr in ji kuştin û talankirina Rahîyan, ku ji dema Hz. Mehemed heta niha dest neavêtin çekan û şer nekirin”

B. Nikitin ev gotinên Mele Saîd ji nivîsara wî a bi nave “ Dîroka Cepheya Qafqasê, ne Rusan û ne jî Tirkan sîyasetek başkirin” wergirtîye.

Sed heyf û mixabin gotarî navbirî heta niha nehatîye destxistin û belavkirin.

B. Nikitin di dewama gotara xwe de Mele Saîd wek Mamosteyê xwe destnîşan dike û dibêje: “Mamosteyê min ê Kurd bi hestekî însanî beramberî bûyeran radiweste”…………

Piştî vê guftûgoyê Qaymeqamê Şemzînanê Mele Saîd ji bo dadgehkirinê dişîne Musilê… Lê alîgirên Mele Saîd li ser rîya Musilê êrîş dibin li ser Tirkan û Mele Saîd azad dikin.

Wisa dîyar e, ku di dawîya vê bûyerê de Mele Saîd derbasî Rojhilatê Kurdîstanê dibe û li wir niştecî dibe.

Di dewama gotara xwe de B. Nikitin wisa dinivîse: “ Wisa bawer dikim, ku di nav zanayên olî de Mele Saîd tenê nebû, ku li dijî sîyaseta Cîhadê rawestîya “……………

Li gor agahdarîyên B. Nikitin Mele Saîd gotara navbirî di havîna sala 1917 an de nivîsîye.
Mele Saîd di nivîsara xwe de wisa dibêje: “
Kurd ne tenê amadebûn pêşwazîya leşkerên Rusya bin, di nava Kurdan de hestek li dijî Tirk hebû û dikaribû çalakîyên leşkerî ên arteşa Rusyayê li bereya Qafqasyayê ji asan bikira…….. Piştî hatina arteşa Rusî, bi taybetî jî piştî êş û azara ku kurdan ji alîyê Ermenîyan û Keldanîyan ve(Rusyayê Parêzvanîya wan dikir) dît, Kurdan helwestê xwe guherî û bawerîya wan ji Rusan nema…. Kurd ji pêtîya baranê revîyan xwe di binê zîpikan de ditîn. Arteşa Rusyayê gelê Kurd ewqas êşand, ku ji Sultan Reşad û Enver Paşa zêdetir xizmeta dewlata Osmanî kir.”

Mele Saîd di nivîsara xwe de li ser efserên Almanî û durûyîyan wan di nav hêzên Tirk dike, li ser çewtî û xeletîyên Osmanîyan radiwest e û dibeje: “berî şerî dikaribûn rewşa Ermenîyan û Asurîyan baş bikira û dostayetî ligel Kurdan qayîm bikira…. Hemû pêkve dikaribûn, bibin dîwarekî zexm”. Wê demê jî belku Tirkan nikaribûn Qafqasyayê bigirin, lê ewqas erd jî winda nedikirin.sex ubeydullah

Wê dema mirov ji nêzîk ve li ser gotinên Mele Saîd radiweste, sedemên şerê Kurdan li dijî Rusan jî zelal dibe. Bi rastî jî di destpêka şerî de gellek ji Kurdan dixwastin ligel Rusan li dijî Osmanîyan rawestin. Pêş di destpêkirina şerî de jî hinek peywendî hebûn. Peywendîyên Sîmko, Seyyîd Taha Şemzînî, Şêx Abdulselam Barzanî, Abdulrezak Bedîrxan û Kamîl Bedîrxan htd… Di dema Şerî de jî gellek peywendîyên nû peydabûn… Li devera Serhedê û Dersîmê… li vir helwestê Alîşêrê Nemir gellek balkêş e..(Hevalên ku dixwazin hinek zêdetir li ser vê babetê agahdar bibin, dikarin gotara min a li ser Hukumeta Erzîncanê bixwinin)

Di dawîyê de wekî Mele Saîd dibêje: “Kurd ji pêtîya baranê revîyan xwe di binê zîpikan de ditîn”

vor 6 Monaten