DÎSAN Lİ SER PEYWENDÎYÊN KURD Û ERMENÎYAN(1)
DÎSAN Lİ SER PEYWENDÎYÊN KURD Û ERMENÎYAN(1)
Aso Zagrosî
„Her kesekî bibêje, hozên Kurdan ên Bakurê Musul, Rubara Botan û Ermenîstanê tenê tozqalek jî ji Ermenîyan kêmtir di Şerê Yekem ê Cîhanê de tûşî derdeserî, komelkûjî û azardan bûye, ji rastîyê gellek dûre“. Arşak Safrasyan 1948
Berê jî ez çend caran bi dûr û dirêj li ser peywendîyên Kurd û Ermenîyan rawestîyam. Bi rastî jî babeteke gellek aloz e, pêwîste bi hûr û kûr li ser wê bête rawestandin. Ermenîyan û dostên wan gellek pirtuk û gotar li ser Ermenîyan nivîsin û hêj jî berdewam in. Lê sed heyf û mixabin Kurdên me wekî hemû mijarên dî, li ser vê babetê jî ranewestîyan. Hinek ji rewşenbîrên me di destpêka sedsala bîstan de li ser vê mijarê sekînin, lê heta niha li ser berhêmên wan jî bi zanêbûn an nezanebûn ranewestîyane. Niha jî di nav Kurdan de hinek kes bi navê „rewşenbîrî“ peydabûne, hewl didin Kurdan bikin şerîkê tawanên Tirkên xwînrêj. Yek ji wan jî hewl nade û bizane çi li ser Kurdan de hat? Ew qet tiştekî nû jî nabêjin.. Tiştên, ku ew dibêjin, sedan salin ji alîyê Ermenîyan û Tirkan û dostên wan sedbare tên nivîsin û gotin.. Ew jî wan sed û yekbare dikin. Tişteke nû heye, rast an ne rast ew jî “Kurdnijadbûna” wan e!!!!
Kurdên Qafqasyayê û Sovyeta berê dikaribûn li ser mijara peywendîyên Kurd û Ermenîyan berhemên bi nirx, zanîstî û bi belgeyan binivîsin. Ji ber ku, ew zimanên wan dewletan dizanin û li gel wan gelan aşnane. Lê sed heyf û mixabin yek ji wan jî li ser vê babetê ranewestîya… Hemû vê babetê wekî tabû dibînin û jê dûr direvin.. Divê rojekê jî em li ser sedemên vê yekê jî rawestin!!!
Wekî tê zanîn li roja 10.01.1919 li bajêrê Parîsê yekemîn civîna KONFERANSA AŞiTÎYÊ A PARÎSÊ destpêkir. Di vê Konferansê de delegasyonên Kurd û Ermenî jî beşdar bûn. Serokê Vefta Kurdan Şerîf Paşayê xandan bû… Serokên delagasyona Ermenîyan jî Baghos Nubar Paşa û A. Ahoronian bûn. Baghos Nubar Paşa Serokê Vefta Netewî a Ermenîyan û A. Aharonian jî Serokê Vefta Komara Ermenîstanê a Qafqasyayê bû. Baghos Nubar Paşa û A. Aharonian di roja 12ê Sebata sala 1919 de bi navê Ermenîyan daxwaznameyek nivîskî pêşkêşî konferansê kirin.(1)
Wê dema mirov vê memeranduma Ermenîyan dixwine, yekem tişt ku bala xwendewan dikêşe, bi navê Bakurê Kurdistanê tiştek tune. Piranîya bajêrê Kurdistanê û axa wan wekî Ermenîstan hatîye destnîşan kirin..
Di vê Beyannameyê de ji Konferansê tê daxwazkirin, ku 7 Vîlayet û 4 Sancax wekî axa Dewleta Serbixwe a Ermenîyan bête destnîşan kirin. Ew Vîlayet û Sancax jî ev in: Van, Bedlîs Dîyarbekir, Xarput, Sîvas, Erzurum û Trabzon û 4 Sancax jî Cilicie, ango Maraş, Xozan, Cebeli Bereket, Adana û İskenderiye…. Ji bilî wan deveran jî Qers û Komara Ermenîstanê a Qafqasyayê jî ê di nav Dewleta Serbixwe a Ermenî de cîh bigirin. ( r 5)
Xwedê jê razî be!!! Delegasyona Ermenîyan welatê Kurdan, ango Kurdistanê jî ji bîr nake “başûrê Dîyarbekirê û Wanê. (Hekkarîyê)” wekî Kurdistan destnîşan dike û dibêje emê vê deverê ji Ermenîstanê biqetînin. Ji bo Kurdên niştecî ên Ermenîstanê( 6 Vîlayet) jî dibêjin mafên wan li gor zagonê bête parastin. Vefta Ermenîyan li vir jî ranaweste û dibêje: Di nav Kurdan de beşek giring jî Ermenînijadin. Bi dawîanîna desthilatdarîya Tirkan, cih bi cih kirina çanda hevkarîyê di navbera Kurd û Ermenîyan de asantir dibe.. Delegasyona Ermenîyan, Ermenîyan wekî xwedanê Şaristanîyê û Kurdan jî hov nişan dide û dinivîse:“ji bo berjewendîyên hevbeş di navbera gelan de Ermenî şaristanîyê dibin li nav Kurdan………..”( Nexşeya Vefta Ermenîyan binêrin... Sînorê Ermenîstanê xete zer hatîye destnîşankirin)
REWŞENBÎR, KOMEL Û RÊXİSTİNÊN KURDAN ÊN WÊ DEMÊ Lİ SER VAN GOTİN Û DAXWAZÊN ERMENÎYAN ÇI DİFİKİRÎN?
Wekî tête zanîn di nav Kurdan de wê demê gellek gengeşe, duberkî, nerazîbûn û parçebûna rêxistinan hatin holê. Piranîya wan gengeşeyan der û dora Konferansê,helwestên hêzên baladest di konferansê de li ser doza Kurdan, sînorê dewleta Kurdistanê û daxwazên Ermenîyan bûn.
Gellek ji rewşenbîr, rojnamevan û sîyasetmedarê Kurd bêdeng neman û yekser ji bo Serokê Konferansa Aşitîyê a Parîsê û Serokê dewletan name û namilkên nerazîbûnê şandin. Yek ji wan jî Mîr Sureya Bedirxan bû. Mîr Sureya Bedirxan, wekî rewşenbîr, rojnamevan, dîroknas, welatperwer û Serokê Giştî KOMÎTEYA SERXWEBÛNA KURD li roja 22ê Teşrîna yekem a sala 1919 nameyek dûr û dirêj li ser daxwazên Kurd û nerastî û çewtîyên daxwaznameya vefta Ermenîyan ji bo Serokê Konferansa Aşitîyê a Parîsê Georges Clemenceau dişine. Mîr Sureya Bedirxan, piştî demeke şûnda namelkeyek dûr û dirêj bi navê “KURDISTAN AN ERMENÎSTAN” ji bo Serokê Amerîka Woodrow Wîlson dinivîse, daxwazên Kurd tîne zimên û daxwazên nerewa ên Vefta Ermenîyan bi belgeyan yek û yek şîrove dike.
Dom dike
07.06.2020