DIVÊ EM DEV JI HIŞMENDÎYA DÎROKÎ YA ÇEWT BERDIN Û DÎROKA XWE JI NÛ VA BIXWÎNIN Û BINIVÎSÎNIN: NIMÛNEYA MEDÎYAN.
Oruç Sural
Dinê û alem hewl dide agahîyên rast û çîrçîrokên di berhemên Herodot da ji hev veqetîne, lê Kurd bi hezaran sal in wisa dihesibînin gotinên Herodot (tev) rast in. Berî her tiştî angaşta Herodot cîhê nîqaşê ye ku Kûrêş wek nevîyê şahê dawî yê Medan dide zanîn û vegotina xwe ya mîtolojîk li ser wê ava dike. Li gor Herodot Kûrêş lawê Mandanaya keça Astîyages e. Astîyages xewnekê dibîne ku nevîyê wî dê derkeve ser textê wî. Şahê Medan ji bo bikuje wî zarokî radestî fermandayê leşkerî Harpagosî dike. Ew jî wî nakuje û piştra Kûrêş şahînşahîya Medan têk dibe.
Angaşteke din heye ku li dijî vê çîrokê ye. Dîsa yek ji dîroknivîsên Yewnanî Ktesîas Von Knîdos çendek piştî Herodot di berhema xwe ya bi navê Persîka da di heqê Medan û şahê dawî yê Medan da behsa çîrokeke din dike. Ktesîas bi dirêjahîya 17 salan nojdarîya malnişînîya şahê Farisan dike. Ji devê endamên malbatê dîroka malbatê guhdar dike. Li gor behsên wî Kûrêş ne nevîyê şahê Medan e. Piştî ku şahê Medan têk diçe Kûrêş bi keça wî Amîtîsê ra dizewice.
VÊGA JI VAN HERDU ANGAŞTAN KÎJAN RAST E?
Kurd bi awayekî xelet dîroka medan şîrove dikin. Med desthilatîya xwe bi destê farisan va berdidin. Desthilatîya ku kurd ji dest berdidin mîrêmîrantî an jî şahînşahî ye. Medan piştî şahînşahî ji dest berda keyatî/şahîtîya xwe dîsa berdewam kir. An na ew şerê 30 salî yê bi Yewnanîyan ra ku piştî jidestçûna mîrêmîrantîya Medan qewimî dê bi çi maneyê ji hêla dîroknivîsên Yewnanî va wek "Şerên Bi Medan Ra" bihata binavkirin? Lewra Med bi Yewnanîyan ra cînar bûn û artêşa Medan li pêşîyê şer dikir.
Heman tişt ji bo meseleya zeftkirina Babîlê jî wisa ye. Gava Babîl ji alîyê Kûrêşî va tê bidestxistin dîroknivîsên wê heyamê wisa radigîhînin ku Babîl bi destê Medan hatiye dagerkirin. Sedem jî ew e Medî û Babîlî cînar bûn. Pêşîn şahê Medan û artêşa wî ket nava Babîlê. Dîroknivîsan jî çi qewimîbe yanî ya rastî nivîsand.
MEDAN BI DU CARAN SERÎ LI FARISAN RAKIR DA DESTHILATÎYÊ JI WAN BIGRIN Û JI NÛ VA ŞAHÎNŞAHÎYA XWE BI CÎH BIKIN. LÊ BI SER NEKETIN. MAGÎ DI VAN SERHILDANAN DA BI DEWREKÎ CÎDÎ RABÛN. DI HEQÊ TEVGERA DI BIN SERKÊŞÎYA GAUMATA DA GELEK JÊDER HENE.
Kurdên me carina helbestanina dixwînin ku wiha dest pê dibin: "ME SERÎ NE LI ÎSKENDER DANÎ NE JÎ..."
Lê rastîyên dîrokê behsa tiştên din dikin. Dema Îskenderê Zilqurneyn tê herêmê MED BI WÎ RA BÛN YEK Û WAN BI HEV RA LI DIJÎ FARISAN ŞER KIR. Bi vî rengî KEYANIYA ATROPATE A MEDAN tê himatê. Di dema dîroknivîsê yewnanî Strabon (B.Î. 64 - P.Î. 24) da Keyanîya Atropate ya Medan hîn ser pîyan e. Strabon li ser vê keyaniyê gelek agahîyan dide.
Her wisa Aleksandirê lawê keybanûya Misirê Kleopatra (B.Î 69 û P.Î. 30) û keyayê Romayê Markûs Antonîus BI KEÇA KEYAYÊ ATROPATE YÊ MED RA DIZEWICE.
Ne cîhê wê ne jî wexta wê ye ku em gotinên Herodot ên di heqê Medan da wek lefzên pirtûka pîroz bizanin û mîna papaxanan dubare bikin.
Dîroknivîsê Babîlî Berossos di sedsala 3. a B.Î. da jîyaye. Berossosî dîroka Babîlê bi yewnanî û wek sê cild nivîsandiye. Ev berhem negihîşt îro, lê dîroknivîsên Yewnanî beşeke mezin a vê berhemê veguhastin roja îroyîn.
DEMA BEROSSOS GOTINÊ TÎNE SER MEDAN BEHSA 86 KEYAYÊN BABÎLÊ DIKE Û DIBÊJE 84 JI WAN MED BÛNE. Wisa dixuyê DÎROKNIVÎSÊN BABÎLÎ MED Û GÛTÎYAN YEK GEL DIZANIN. ÇAWA TÊ ZANÎN GÛTÎYAN DAWÎ LI DESTHILATÎYA AKADÎYAN ANÎ Û BABÎL BI RÊ VA BIR.
Berossos qala 84 keyayên Medî dike, lê Herodot bi qasî jimara tiliyên destekî qala keyayên Medî dike.
Werin em dîroka xwe ji nû va bixwînin. Cîhê gotinê ye jî, HEYA EM HARPAGOSÎ BI XAYÎNTÎYÊ SÛCDAR DIKIN WÎ MÎNA FERMANDAYÊ KEYANÎYA MEDAN KU ŞAHÎNŞAHÎYA XWE JI DEST BERDA BI NAV BIKIN.